Hakan Fîdan li Şamê bi Ehmet Şera re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê bi Fermandarê Giştî yê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 22ê Berçile gihîşt Şama paytext û bi Fermandarê Giştî yê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Piştî rûxana rejîma Beşar Esed, ev duyem serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bo Sûriyeyê ye. Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin roja 12.12.2024an jî çûbûn Şamê.

Şera pêştir derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re gotibû: “Hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê dê têkiliyên stratejîk bi Tirkiyê re pêş bixîne, ji ber ku Tirkiyeyê hejmareke mezin a penaberan parastine û alîkariya wan kiriye.”

Fîdan duhî li ser xistina Heyet Tehrîr El-Şamê di nava lîsta terorê de, ji knaleke Fransî re diyar kiribû, biryara Tirkiyeyê ya naskirina Heyet Tehîr El-Şamê wek rêxistineke terorê, bi biryarên Neteweyên Yekgirtî ve girêdayî ye û got: “Helbet em pabendî biryarên Encûmena Asayişê ne, lê niha rewşek cuda heye ku tê de pîvana qanûnî bi pîvana realîst a mijarê re nagunce.”

Herwiha Fîdan got jî: "Heyett Tahrîr El-Şam bi salan e di berhevkirina agahiyên îstixbaratî yên derbarê rêxistinên girêdayî DAIŞ û El-Qaîde de, bi Tirkiyê re hevkariyê dike.”