Bayram Bozyel: Destkeftiyên kurdan zirarê nade Tirkiyeyê
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê partiyên Kurdistanî bang li hemû aliyên kurdan kirin ku di Rojhilata Navîn de rewşeke nû derketiye holê û ji bo ku kurd bikaribin ji vê rewşa nû destkeftiyên nû bi dest bixin, divê helwestek yekgirtî ya neteweyî nîşan bidin. Herwiha bang li PKKê jî hat kirin ji bo ku kurd bikaribin siyasetek sûdbexş bimeşînin, divê PKK dest ji bikaranîna çekan berde.
Ji aliyê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ve li Diyarbekirê komcivînek hat li darxistin. Di komcivînê de pirsên wek li bember nîqaş û geşedanên dawiyê, divê kurd çi bikin hatin kirin. Siyasetmedarên kurd bal kêşandin ku divê kurd li her deverê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê hizb û îdeolojiyên xwe deynin aliyekî û bi yekîtiyek neteweyî tifaqa xwe ava bikin û daxwaza mafên neteweyî bikin.
Serokê HAKPARê Duzgn Kaplan: “Nasnameya me ya neteweyî berî her tiştî ye, em divê helwestek neteweyî nîşan bidin û daxwaza bidestxistina mafên neteweyî derbixin pêş.”
Di komcivînê de hat amajekirin ku rewşa li Sûriyeyê derketiye holê, ji bo kurdan derfetên girîng derxistiye holê ku ev yek hewce dike ku kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û wêneyek hevgirtî nîşanî qada navneteweyî bikin.
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk dibêje: “Li gorî şert û mercên niha divê Peymana Duhokê were cîbicîkirin ku baş û xirap geşedan parçeyek Kurdistanê bandorê li parçeyên din jî dike.”
Beşdarên Komcivînê amaje kirin ku Banga Dewlet Bahçelî û Ruxîna rejîma Esed bi hev ve girêdayînê û divê kurd wisa bikin ku li ser Tirkiyeyê guvaşa çareseriya pirsa kurd jî zêde bibe.
Serokê PSKê Bayram Bozyel got: “Banga Bahçelî û geşedanên Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdayîne, divê em bo çareseriya pirsa kurd bixebitin û kurd bi yekdeng biçin Şamê û daxwaza mafên neteweyi bikin.”
Partî û rêxistinên kurd bang dikin ku derfeta niha hatî pêşiya kurdan dîrokî ye û dibe ku careke din derfetek wisa çênebe û divê kurd bi helwesteke neteweyî vê derfetê bi bi kar bînin.”