Goristaneke bikom li Humsê hat dîtin: 1200 term tê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Goristaneke bikom ku zêdetirî 1200 term tê de hene li bajarê Humsê hat dîtin.
Tîmên lêgerînê îro 23ê Berçile goristaneke bikomî li bajarê Humsê dît, di wê goristanê de zêdetirî 1200 term hene, ta niha nasnameyên wan nehatine naskirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di raportekê de diyar kir, piştî hilweşîna Rêjîma Esed û ta niha, 6 goristanên bikomî li Sûriyeyê hatine dîtin.
Li gorî raportê, 2 goristanên bikom li Der´ayê hatine dîtin, 3 li gundewarê Şamê û yek jî li Humsê.
Di wan goristanan de, 1455 term hatine dîtin, ku texmîn dibe ew term ên girtiyên di destê rêjîma Esed de bin ku di zindanan de hatine kuştin yan ji ber eşkencan canê xwe jidest dane.