Mezlûm Ebdî: Hin kenalên pêwendiyê bi Heyet Tehrîr El-Şamê re hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku kenalên pêwendiyê yên hêzên wan bi Heyet Tehrîr El-Şamê re hene, lê her du alî hîn negihiştine qonaxa danûstandinên rasterast.
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke taybet bi kenala “El-Hurra” re got, “Her projeyek ji bo îslamîkirina Sûriyeyê, li ser cihêrengiya çandî û olî ya nasnameya welat, gef e.”
Ebdî got jî, Sûriye bi guhertinên siyasî û leşkerî yên ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed rû dane, di qonaxeke zivirînê re derbas dibe. Tekez kir jî, paşeroja Sûriyeya nû girêdayî avakirina Sûriyayeke demokratîk li ser bingehên dadperwerî û wekheviyê di navbera hemû pêkhate û olan de ye.
Herwiha got, HSD weke garantor dibe ji bo pêşîgirtina li vegera tundrewiyê, herwiha divê mafên hemû gelên Sûriyeyê di destûrekê de parastî bin ku hemû pêkhate di amadekirina wê destûrê de beşdar bin.
Tekez kir jî, hêzên HSDê rola xwe di parastina ewlehî û aramiyê de li navçeyên di bin destê wan de berdewam dikin, û bi berdewamî kar ji bo şerê li dijî terorê û nehiştina vegera DAIŞê dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê pabendbûna xwe bi çareseriyên aştiyane radigihîne û da zanîn, hin kanalên pêwendiyê bi Heyet Tehrîr El-Şamê re hene, ji bo rûbirûyî hevdu nebin û ji aloziyan dûr bin.
Ebdî di wê baweriyê de ye ku daxuyaniyên Heyet Tehrîr El-Şam derbarê sînordarkirina çekan di destê dewletê de, armancan nîşan dide, ne biryaran, lê wî got: “Em pabend in bi karê hevbeş ligel hemû aliyên Sûriyeyê ji bo pêşxistina sîstemeke berevaniyê ya yekgirtî ku welat biparêze û rê nade derketina rêxistinên tundrew.”
Ebdî got jî: “Pêwendiya me bi Amerîkiyan re berdewam in, ku piştgirî didin hewldanên me yên rawestandina aloziyê û garantîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, di nav de jî mafên Kurdan, di çarçoveya dewleteke yekgirtî de.”
Derbarê tirsa Kurdan ji îslamkirina Sûriyeyê de, Ebdî got, pejirandina her projeyekê ji bo islamkirina Sûriyeyê, dê cihêrengiya çandî û olî ku nasnameya welat pêk tîne, bixe metirsiyê û tekez kir, cihêrengiyê di dirêjahiya dîrokê de, hêz û ciyawazî daye Sûriyeyê.