Li Balikesîrê 12 kesan di teqînekê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna li kargeheke teqemeniyan li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê de, herî kêm 16 kesan canê xwe jidest dan.

Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ostaoglu ji ajansa fermî ya Tirkiyeyê re ragihand, li navçeya Karesiya ya parêzgeha Balikesîrê li kargeheke cebilxane û teqemeniyan, teqînek rû da.

Diyar kir jî, di encama teqînê de 12 kesan canê xwe jidest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Hejmarek mezin ji ambulans û tîmên berevaniya sivîl li derdora kargehê ne ku tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

 Sedema teqînê hê ne diyar e û lêpirsîn derbarê bûyerê de hatiye vekirin.

 
 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment