Artêşa Amerîkayê: 2 endamên DAIŞê li Sûriyê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Dêrazorê di êrişeke asmanî ya Amerîkayê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li hejmara xwe ya tora civakî “X” belev kir, li Dêrazorê di encama êrîşeke asmanî de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çekdarekî jî birîndar bû.

CENTCOM diyar kir, Terorîst di barhilgirtinekê de bûn, ku çek û cebilxane hilgirtibûn û bi temamî hatiye rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Herêma êriş lê çêbûye, berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê de bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat got, ev êrîş di çarçoveya hewldanên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê û têkbirina şaneyên DAIŞê de hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment