Yerlîkaya: Zêdetir ji 25 hezar penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got, ji dema rûxana rêjîma Beşar Esed ve, zêdetir ji 25 hezar penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir, niha li Tirkiyeyê 2 milyon û 920 hezar û 119 penaberên Sûrî hene. Di 15 rojên borî de zêdetir ji 25 hezar penaberan vegeriyane.
Yerlîkaya da zanîn jî, ji sala 2017an û heta meha Tebaxa 2024an, 763 hezar û 443 penaberên Sûrî bi dilxwazî vegeriyane.
Piştî ku rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşiya, dihat pêşbînîkirin ku vegera penaberan zêde bibe, lê çavdêrê rewşê dibêjin, paşaroja Sûriyeyê nediyar e û ne geş e û asayî ye ku penaber zû venegerin welatê xwe.