Trump: Em sizayê sêdaredanê vedigerînin

Donald Trump (Wêne: AFP)
Donald Trump (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê radigehîne ku, pêxemetî parastina Amerîkayîyan Wezareta Dadiyê radispêre ku sizayê sêdaredanê bi cih bîne.

Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya The Truthê ragehand, “Em dê bi hemî şiyanên xwe kar bikin, ji bo ku sizayê sêdaredanê li ser hin tawanbaran bê bicihanîn.”

Trump eşkere jî kir ku tevî destpêkirina karî wekî serokê nû yê Amerîkayê li roja 20ê meha bê, Wezareta Dadiyê radispêre ku sizayê sêdaredanê li ser wan kesan bi cih bîne yên ku ew siza li ser hatiye sepandin.

Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê sedema bicihanîna sizayê sêdaredanê ji bo “parastina xelkê Amerîkayê ji destdirêjîker û dirinde û kesên tundûtîj” vegerandin.