Amara fermî: 42 swarên balafira Azerbaycanê mirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Hawarhatinê ya Kazaxistanê mirina 42 swaran ji ber keftina balafireke Azerbaycanê ragehand.
Wezareta Hawarhatinê ya Kazaxistanê îro (Çarşem, 25.12.2024) ragehand ku, “42 kes ji ber keftina balafireke geştyarî ya Azerbaycanê li nêzî bajarê Aktawê yê welatê wan mirine.”
Wezareta Hawarhatinê ya Kazaxistanê amaje jî da, “72 kes wê balafira Azerbaycanê de b[n, 42 ji wan mirine û 25 jî hatine rizgarkirin.” Herwesa got, “22 ji wan rizgarkiriyan li nexweşxaneyê hatine nivandin.”
Li dû eynî çavkaniyê, ew balafira Azerbaycanê ji bakurî ber bi Girozna Rûsyayê ve bi rê keftibû, lê ji ber mij û moranê ji rêya xwe derkeftibû û li nêzî Aktawê keft.