10 gorên bikomî li derdora Şamê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Komîteya Navdewletî ya Windayan, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bikomî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.
Rojnameya “Washington Post” raportek li ser gorên bikomî li Sûriyeyê belav kir. Karmendekî paqijiyê yê bi navê Feyad Hesen ji wê rojnameyê re got, wî term diavêtin xendeqên kûr ên li zeviyekî derdora Şamê hatine kolandin.
Rojnameyê diyar kir, cihê Feyad sê salan lê dixebitî, yek ji 10 gorên bikomî ye ku ji aliyê xebatkarên berevaniya sivîl û rêxistinên mafên mirovan ve li Şamê hatine dîtin.
Komîsyona Navdewletî ya Windayan texmîn dike ku 66 cihên bi vî rengî li seranserî Sûriyeyê hene, ku rêjîma Esed bi dirêjahiya 14 san, kuştiyên dijberên xwe di gorên bikomî de vedişartin.
Amaje bi wî jî kir, dema ku ev gorên bikomî werin vekirin, dibe ku çarenûsa zêdetirî 150 hezar kesên ku di şer de winda bûne, were naskirin.
Dozgerê Navdewletî Stephen Raab ku hefteya borî serdana Sûriyeyê kiribû got, ev cih beşek in ji sîstema “terorîzma dewletê” ye ku dê delîl û belgeyan ji bo darizandinên bi tawanên cengê di pêşerojê de peyda bike.