Şaneya Ewlekariya Iraqê: Me veşartgeheke DAIŞê li Çiyayê Hemrînê wêran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê, di operasyoneke leşkerî de, veşartgeheke DAIŞê li Çiyayê Hemrînê wêran kir, ku hejmarek çekdar tê de bûn.
Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê îro 25ê Berçile, hêzên ewlekariya Iraqê veşartgeheke çekdarên DAIŞê li Çiyayê Hemrînê kirine armanc.
Herwiha got jî: Hêzên asmanî yên Iraqê deverên ku çekdarên DAIŞê lê kom dibin, bi firokeyên F-16 wêran dike.
Pêştir Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ji rojnamevanan re ragihandibû, ku operasyonên leşkerî li dijî DAIŞê bi alîkariya Pêşmerge dê berdewam bin.
Xefacî diyar kir jî, bi hevahengiya bi hêzên Pêşmerge re, 150 endamên DAIŞê ku di nav wan de serkirdeyên payebilind jî hebûn, kuştine û çend torên DAIŞê jî jinav birin.
Herwiha Xefacî got, odeyên operasyonên hevbeş bi Wezareta Pêşmerge re li parêzgehên Neynewa, Kerkûk û Diyalayê ji bo şerê DAIŞê hene.