HSD: Li gundewarê Minbicê û Bendava Tişrînê 14 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên çekdaran ên bejahî û asmanî yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin, di encamê de 14 çekdar hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê û li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê têk birin.

Diyar kir jî, di encama pevçûnên li derdora bajarê Ebû Qelqel ê başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê rû dane de, 14 çekdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Herwiha 2 panzêr û 2 erebeyên doçka li ser û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdaran hewl dan êrîşî Bendava Tişrînê bikin, lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicî rûbirûyî wan bûn û êrîşa wan şikandin.

Diyar kir jî, di encama şer û pevçûnên li Bendava Tişrînê de, 12 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin û 3 endamên HSDê jî birîndar bûn.

 
Fly Erbil Advertisment