Şam: Vîdyoya êrîşa li ser meqamê Elewiyan kevn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got, vîdyoya ku tê de êrîşa li ser meqamekî Elewiyan tê kirin, “kevn e û vedigere dema rizgarkirina” bajarê Helebê. 

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê duhî 26ê Berçile di daxuyaniyekê de got, grûpên nenas li piştî wê bûyerê bûn û hişyarî da jî dubare weşandina vê vîdyoyê, armanc dike ku nakokiyan di nav gelê Sûriyeyê de di vê qonaxa hestiyar de derxîne. 

Wezareta Navxwe tekez kir jî, hêz û saziyên wan bi şev û roj kar ji bo parastina milkên giştî û cihên olî.

Piştî belavbûna vîdyoya êrîşeke çekdarî li ser Meqamê Ebû Ebdullah El-Hisên Xasîbî li bajarê Helebê ku tê de 5 kes hatibûn kuştin, bi dehhezaran Elewî li bajarên Humis, Laziqiye, Tartûs yên li beravên Sûriyê xwepêşandan kirin.

Ebû Ebdullah El-Hisên Xasîbî, yek ji zanayên olî û damezirênerê taîfa Elewî ye û wek lêveger û semboleke ji bo Elewiyan tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment