Lavrov: Yên dixwazin Sûriyeyê perçe bikin hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Moskow bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re danûstandinê dike. Herwiha Lavrov got: “Yên dixwazin Sûriyeyê perçe bikin hene.”

Lavrov îro 26ê Berçile di konferanseke rojnamevanî de got: “Me dîplomatên xwe ji Şamê venekişandine û balyozxaneya me li wir wek balyozxaneyên din bi awayekî normal karê xwe dike.”

Herwiha got: “Wekî Serokê Rûsyayê gotiye, em bi hemû hêzên siyasî yên Sûriyeyê re di peywendiyê de ne û beriya van bûyerên dawî jî em li ser vê peywendiyê berdewam bûn.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Dixwazim amaje bi wê yekê Bikim ku serokê desthilatê Ehmed Şera di hevpeyvîneke rojnamevanî de ligel BBC got ku pêwendiyên bi Rûsyayê re kevn û stratejîk in. Em piştgiriya vê daxuyaniyê dikin.”

Lavrov diyar kir: “Em dizanin ku ev qonaxeke veguhêz e, wek ku hatiye ragihandin, ku amadekarî ji bo hilbijartinan bên kirin, bi rêya lihevkirinekê ligel hemû aliyan, da ku prose berfireh be û hilbijartin bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê be. Em amade ne di vê pêvajoyê de, di çarçoveya Encûmena Asayişa Navdewletî û formata Astana de û mil bi mil bi welatên Ereb re, alîkariyê bikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: “Têkiliyên me bi Qraliyeta Siûdî, Iraq, Urdin, Misir û helbet bi Qeter, Îmarat, Behreyn û Libnanê re hene, her kes meraq dike ku Sûriye rêya dewleta Lîbyayê dubare neke, piştî ku NATO ev welat wêran kir û heta niha ti encamek jê derneketiye.”

Lavrov amaje bi wê kir, “Me daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên derbarê ewlehiya bi Sûriyeyê re û kiryarên ku berê bûne sedema aloziyê bihîstin, niha em kar ji bo parastina yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin.”