Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê tevaya geştên xwe li Balafirxaneya Moskoyê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê tevaya geştên xwe li Balafirxaneyên Mosko û Kalogayê rawestandin.
Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê îro (Pêncşem, 26.12.2024) tevaya geştên xwe li Balafirxaneyên Mosko û Kalogayê rawestandin.
Desteya Balafirvaniya Federalî ya Rûsyayê ron jî kir ku, ew biryar wekî amadekariyekê ji bo ihtîmala êrîşên dronî li ser wan her du balafirxaneyan e.
Ew biryar rawestandina geştên asmanî li çar balafirxaneyên Moskoyê û balafirxaneya bajarê Kalogayê vedigire.