Swêdê biryara vegerandina penaberên Sûriyeyî rawestand

Swêd
Swêd

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wê neroniya ku di paşeroja Sûriyeyê de heye, Dezgeha Koçberan a Swêdê biryara vegerandina penaberên Sûriyeyî ji welatê xwe rawestand.

Piştî herifandina Rijêma Esed li Sûriyeyê, Swêdê û hejmareke welatên Ewropayê biryara vegerandina penaberên Sûriyeyî ji bo welatê wan da. Welatî û rojnamevan jî dibêjin, “Carê ji bo vegerandina wan zû ye, ji ber ku rewş hêşta li Sûriyeyê guncayî nîne, asoya wî welatî jî ron nîne.”

Rojnamevan Kurdo Baksî ji K24ê re got, “Ew biryara ku Swêdê daye baş nîne ji ber ku ew penaberên Sûriyeyî yên ku hatine Swêdê nikarin vegerin welatê xwe, ku nizanin sibe çi diqewime, herwesa tirs ji wê yekê jî heye ku welatekî Îslamî li Sûriyeyê çê bibe, an jî Tirkiye deverên Rojavayê Kurdistanê dagir bike, lewma ew penaberên Sûriyeyî yên ku li Swêdê mane dixwazin mafê manê werbigirin.”

Wê biryara Swêdê li ser penaberên Sûriyeyê sedema xwe heye,Karmendê Birêveberiya penaberan a Swêdê Hişmet Xusrewî dibêje, “Berpirsê Pişka Qanûnî ya Dezgeha Koçberan a Swêdê berî çend rojan ragehand; Niha Swêd li ser wê pêşniyarê kar dike, lê ji bo vegerandina wan penaberan hêşta zû ye, lewma Dezgeha Koçberan a Swêdê biryarek ji bo redkirina doza penaberiyê li ser vegerandina bi awayekî demkî derxistiye.”

Hişmet Xusrewî herwesa amaje jî da ku, sedema derxistina wê biryarê jî ew e ku heta niha rewşa Sûriyeyê piştî nemana Rijêma Esed ne ron e. Swêdê pêştir jî gotibû; eger seqamgirî li Sûriyeyê çê bibe, ew penaber dê ji bo Sûriyeyê bên vegerandin.

Li dû datayên sala 2019ê yên Swêdê, 240 hezar û 997 welatiyên Sûriyeyî li Swêdê dijîn. Piştî destpêkirina şer û aloziyên navxweyî yên Sûriyeyê, ji sala 2011ê ve nêzî 1.18 milyon welatiyên Sûriyeyî berê xwe daye welatên Ewropayê, ji wê hejmarê jî 189 hezar li Swêdê xwecih bûne.

 
 
Fly Erbil Advertisment