Gera 11ê ya Maratona Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi tevlîbûnê bi sedan kesên navxwe û biyanî, Gera 11ê ya Maratona Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.
Serokê Rêkxistina Erbîl Maratonê Ebdilstar Yûnis îro (În, 27.12.2024) di daxuyanieyke taybet de ji K24ê re ragehand, “Ev gera 11ê ya Maratona Navdewletî ye li Hewlêrê tê kirin. Bi dehan werzişvan û dilxwaz û qehremanên Îraqê ji hemî bajaran ji “maratonê” anku bezîna bikom hez dikin û navên xwe tomar kirine ku tevlî wê bibin, merem ji wê bezînê hişyariya welatiyan ji bo parastina jîngeha bajarê Hewlêrê ye.”
Ebdilstar Yûnis herwesa got, “Ew bezîn bi dirêjahiya 21 kîlometran e, ew cadeya amaje pê hatiye dan tenê derveyê Parka Samî Ebdirehman e û 500 kes bi çavdêriya 50 dadweran tevlî wê bûne.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de jî amaje da, “Pênc kes ji serkeftiyan xelatê nextîne anko pereyî werdigirin û yên din jî medalya jê re tên pêşkêşkirin.”
Her sal Maratona Navdewletî ya Hewlêrê li dawiya meha Mijdarê bi tevlîbûna bi hezaran werzişvanên navxweyî û biyanî li Hewlêrê tê kirin, lê îsal ji ber piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê ji bo meha Berçileyê hat paşxistin.