Hûsî: Me Balafirxaneya Bin Goriyonê li Televîvê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyên Yemenê radigehînin, “Di bersiva êrîşên Israîlê yên li ser Balafirxaneya Senayê ya Yemenê de, me Balafirxaneya Bin Goriyonê li Televîvê kir armanc.”
Hûsiyên Yemenê îro (În, 27.12.2024) ragehand, “Me bi moşek û dronan êrîş kir ser Israîlê û Balafirxaneya Bin Goriyonê li nêzî Televîvê.”
Hûsiyên Yemenê îro beyannameyek parve kiriye û tê de dibêjin, “Di bersiva êrîşên Israîlê yên li ser welatê me de, dezgehên moşekan ên hêzên çekdarên Yemenê operasyoneke kêmwêne kir, tê de Balafirxaneya Bin Goriyonê li devera Yafayê bi moşekên balistî yên ji dengî bileztir bi navê Filistîn2 kir armanc.” Herwesa dibêjin, “Em piştrast in ku wan moşekan armanca xwe hingaftiye.”
Hûsiyan eşkere jî kiriye ku ji bilî arastekirina moşekên balistî, bi dronan jî êrîş kiriye ser naverasta Israîlê û keştiyekê li deryaya Erebî. Herwesa dibêjin, “Êrîşên Israîlê me bihêztir dikin, ji bo ku em berdewamiyê bidin piştevaniya xwe ji bo gelê Filistînê.”
Li beranberî wê yekê jî, Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari ragehand ku, wan moşekeke balistî ya Hûsiyan êxistiye berî ku bigehe ser asmanê Israîlê. Bi êrîşa Hûsiyan re, zenga haydarkirinê li naverasta Israîlê hatiye lêdan, ji bo xweparastina ji parçeyên wan moşekên li asmanî hatine teqandin.