HSD: 17 çekdar li Bendava Tişrînê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya HSDê radigihîne, li derdora Bendava Tişrînê 17 çekdar hatin kuştin û 40 çekdar jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpên çekdaran duhî 27ê Berçile demjimêr 01:00ˈê ji du eniyan ve, ji bajarokê Ebû Qelqel û gundê Elûş êrişî hêzên HSDê kirin. 

Li gorî daxuyaniyê, şervanên HSDê bersiva êrişê dan û şerekî giran di navbera wan de derket û çekdaran derbeyên giran xwarin û 17 çekdar hatin kuştin û 40 çekdar jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, 4 erebeyên leşkerî yên çekdaran ku di nava malan de veşartîbûn, hatin jinavbirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir, di wî şerî de, tenê şervanekî wan bi sivikî birîndar bû.

Ji aliyekî din ve, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de, teqîna li bajarê Minbicê şemezar kir û red kir ku pêwendiya wan bi vê teqînê re hebe. 

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Berçile de, grûpên çekdaran ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşên xwe li dijî navçeyên di destê HSDê de ne, zêde kirine û bajarê Minbicê jî xistibûn bin kontrola xwe.

Bendava Tişrînê li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê dikeve û di dema dawî de gelek şer û pevçûn li wê herêmê di navbera hêzên HSDê û grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de derdikevin.

 
 
Fly Erbil Advertisment