Di doza kuştina Narîna 8 salî de siza diyar in lê kujer hîn jî nediyar e

Diyarbekir (K24) – Di rûniştina duyemîn a doza kuştina Narîna 8 salî de rayedarên dewletê amaje dikin ku dewlet bi her awayî bi helwesteke ciddî pêvajoyê dişopîne û parlementerên opozîsyonê jî dibêjin ji ber ku di pêvajoya lêpirsînê de kêmasî hene doz hîn jî nehatiye ronîkirin. Tê çaverêkirin ku di encama rûniştina duyem de dadgeh biryara xwe bide û pêşbiniya sizayê hetahetayî bo bergumanan tê kirin.

Rûniştina duyem a doza kuştina Narînê de di roja yekem de dadgehê 14 demjimêran dom kir û parêzerê mamê Narînê Salîm Guran ê yek ji bergumanên sereke ye ji ber ku delîlek teqez nîne daxwaza serbestberdana Salim Guran kir, parêzerê Newzat Bahtiyar ê termê Narînê veşartî jî amaje kir, divê Newzat tenê ji veşartina termê Narînê were sizadan. Dadgeh jî guhdariya aliyan dike û di roja duyem a rûniştina duyem de jî biryarek ji dadgehê derneket. Rayedarên dewletê jî dibêjin dadgeh ji bo ronîkirina bûyerê hemu derfetên xwe bi kar tîne. 

Wezîra Berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Derya Yanik got: “Çi biryar derbikeve bila derbikeve dîsa jî dilê me pê rihet nabe. Lê qet nebe em dibîbinin ku dadgeh ji bo ronîkirina bûyerê û sizadana berpirsên qetilkirina narînê her tiştî dike. Em jî ji nêz ve dişopînin û çi bikeve ser milê me jî emê bikin”

Her çiqas îfadeya hemû bergumanan çendîn caran hatibe wergirtin jî hîn jî kujerê narînê aşkere nebûye, beşek ji siyasetmedaran di wê baweriyê de ne ku dema lêpirsînê de bi awayeke ciddî lêkolîn û lêgerîn nehatine kirin ev yek bûye sedem ku bûyer di tariyê de bimîne

Parlementera Dempartî ya Mêrdînê Berîtan Guneş dibêje: “Doza Kuştina Narîn Guran bûye wek remzekê, ji kuştina Narîn ve heta niha 200 jin hatine qetilkirin, pergal di buyerên wisa de li ser sizanedanê hatiye avakirin. Ez doz dozeke girîng e, kujerên Narînê hîn jî aşkere nebûne, delîlên ku vê dozê aşkere bikin jî hatine reşkirin, pêvajoya lêpirsînê de jî delil baş nehatine berhevkirin. Gelek kamerayên derdora gund, tenê bo 15 rojan dîmenan tomar dikin paşê dîmen jê diçin. Termê Narînê  zûtir bihata dîtin dê dîmen jî jê neçûna.”

Her çiqas sizayê dê were dayîn diyar be jî hîn jî pirsên wek Narîn çima hat kuştin, Narîn li kuderê hat kuştin, Narîn ji aliyê kî ve hat kuştin bêbersiv mane.

 
 
Fly Erbil Advertisment