Ebdullah Gedo: Divê Sûriyeya nû bibe dewleteka nenavendî

Stenbol (K24) – Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê (ENKS) Ebdullah Gedo dibêje, divê di Sûriyeya nû de sîstema birêvebirina dewletê nenavendî be û mafên demokrtîk û netewî yên hemû pêkhateyên Sûrî di destûreka nû de parastîn. Li gor Gedo, sîstemên navendî li dijî pêşketina demokrasiyê ne û dibe sedema derketina rejîmên zordest ên wekî Baas. Zanayekî siyasetê yê diyar ê Tirkiyeyê jî diyar dike, federaliya Herêma Kurdistanê dikare ji Sûriyeyê re bibe nîmûneyeke gûncav. Pêştir aliyên ku li dijî federaliya Herêm derdiketin paşê pêwendiyên germ û bihêz digel Herêm danîn.

Piştî ketina Esed yek ji xalên herî girîng a nediyar a li ser çarenûsa Sûriyeyê, modela rêvebirina dewletê ye. Digel ku ol û neteweyên cûrbecûr li Sûriyeyê dijîn heta niha zelal niye, dewleta nû dê navendî be an nenavendî. 

Siyasetmedarê diyar ê rojavayê Kurdistanê Ebdullah Gedo, li ser çarenûsa Kurdan di Sûriyeyâ nû de bibîr dixe ku wan di sala 2013ê de digel îtilafê li ser belgenameyek ku mafên netewî yên Kurdan nas dike û bi taybet çand û zimanê Kurdî wekî zimanê duyem ê fermî yê Sûriyeyê û rakirina yasayên awarte yên li dijî Kurdan lixwe digre lihevkiribûn. Lêbelê li ser pirsa statûyê ku daxwaza wan modeleka nenavendiya siyasî bû negihiştibûn çi encamekê. Îro jî ew li ser vê daxwazê rijd in. 

Nûnerê ENKSê di Îtilafê de Ebdullah Gedo ji K24ê re got: “Federaliya coxrafî dikare modeleka baş be û bimeşe. Ji bilî wê rêveberiyek xweser jî bo hemû pêkhateyan dikare gûncav be. Ji ber ku Sûriye ne ye netewe ye, ne yek ol e, ne yek çand e, ne yek ziman e. Lewma divê hemû pêkahate beşdarê vê dewleta nû bibin. Dema dewlet bibe nenavendî, dê deshilat bo hemû xelkan belav bibe û li gor hêza wan jî ev dewlet dê li ser linga xwe bisekine û pêşve biçe.” 

Gelek pêkhateyên Sûriyeyê bi taybet Kurd bi dehan salan di bin modeleka tûnd a navendî de ya rejîm Baas de ji mafên xwe yên demokratîk û netewî bêpar man. Zanayê siyasetê yê diyar ê Tirkiyeyê Dr. Ufuk Uras jî balê dikşîne ser pirrengiya wan pêkhateyan û sîstemeka nenavendî bo Sûriyeyê gûncavtir dibîne. Li gor Urasî federaliya Herêma Kurdistanê dikare ji Sûriyeya nû re bibe model.

Zanayê siyasetê Dr. Ufuk Uras dibêje: “Dema Herêma Kurdistanê bûbû federal, hin alî nerazîbûn nîşan didan û pirsgirêk jê re dirûst dikirin. Lê paşê pêwendiyên germ bi wê re danîn. Bi rastî jî Herêma Kurdistanê dikare ji Sûriyeyê re bibe modelek baş. Dibe ku modelek wisa were avakirin ku, ewlekariya sînoran hikûmeta navendî biparêze, xelkên wê navçeyê jî bi azadî bijîn. Lê paşaroja Sûriyeyê dê tenê hêzên navxwe diyar nekin, dê hêzên navdewletî jî xwedî helwest bin û jixwe deshilata li Şamê jî bi hêzên navdewletî re hemaheng e.”

Ji 193 dewletên endamên Neteweyên Yekgirtî 27 ji wan nenavendî ne. Ji wan welatekî wekî Amerîka ji 50 dewletên federe, welatekî wekî Swîsreyê ji 26 dewletên federa an jî kantonan pêk tê. Herêma Kurdistanê jî di sala 2005ê de wekî dewleteka federe di destûra Îraqê de hatibû naskirin. 

 

 
Fly Erbil Advertisment