Li Koreya Başûr firokeyek bi 181 rêwiyan ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke Koreya Başûr li firokxaneya Muan ket û di encamê de 120 kesên tê de canê xwe jidest dan. 

Medyaya Koreya Başûr diyar kir, firokeya Jeju Air ku 175 rêwî û 6 karmend tê de bûn, dema li firokxaneya Muan a Koreya Başûr dadiket ji rêya xwe derket û li dîwarekî ket.

Diyar kir jî, firokey ji Bangkoka Taylandê firîbû û 181 kes tê de bûn.

Berpirsê tîma agirkujê yê herêmî yê Koreya Başûr Lee Hyun-ji got: “Me heta niha mirina 96 piştrast kiriye, lê dibe ku hejmara birîndaran zêde be.”

Herwiha got, tîmên rizgarkirinê kar dikin ku rêwîyan ji paşiya firokeyê rizgar bikin.

Li gorî rayedarekî firokxaneya Muanê, agir bi lez hat kontrolkirin û rewşa awarte jî hat ragihandin.

Hat ragihandin, firoke ji ber têkçûna amûra daketinê pêk hatiye.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment