Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê.. “tevlîbûneke sînordar”

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem pêngavên diyaloga niştimanî li Şamê dest pê kir, lê tevî hemû sozên rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji bo lidarxistina vê kongreyê, lê hemû aliyên Sûrî nehatin vexwendin û mîkanîzmaya wê jî ne diyar e.

Kesekî amadekar diyar kir, her çend e serokatiya vê rûniştina diyalogê bi jinekê ve hatibe spartin jî, lê hejmara nûnerên jinan di salona Kongrê de, tenê sê jin bûn, li hemberê jî ku zêdetir ji sed mêran amade bûbûn.

Da zanîn jî, di kongreyê de nûnerên partî û tevgerên siyasî tune bûn, tenê bi kesayet û serokên eşîran û nûnerên hin pêkhateyan sînordar bû.

Şêx Ehmed El-Tamer El-Şiblî ji parêzgeha Helebê ku yek ji beşdarên kongreyê bû ji “El-Erebî El-Cedîd” re ragihand, ev Kongr kombûna eşîran, pêkhateya Erebên Sûriyeyê û mirovên azad e ji bo hevnasînê bû. 

Şiblî amaje bi wê yekê jî kir, ev kongre destpêkî ye ji bo lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştimanî ku dê di heman çarçoveyê de were lidarxistin.

Endamekî Hevbendiya Niştimanî Hêzên Opozîsyonê (Îtîlafê) jî tekez kir, rêveberiya nû ya Şamê, partî, sazî û aliyên siyasî venexwandina ji bo vê kongreyê, belkû tenê vexwandname ji kesên ku di nava aliyan de ne re şandine.

Aşkere kir jî, vexwendname ji kesayetiyên di nava Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinan de ne, bi awayekî şexsî hatiye şandin, bi vî awayî jî piraniya wan kesan lê amade nabin.

Di vê çarçoveyê de endamekî din ê Îtîlafê diyar kir, di derbarê amadekariyên kongreyê de nezelalî heye û got, rêveberiya niha ya li Şamê ne tenê di warê ewlekariyê de, belkû hewl dide hemû beşên dewletê desteser bike.

Herwiha got, heta niha ti aliyekî din beşdarî rêveberiya nû nebûye, tenê Heyet Tehrîr El-Şam û Hikûmeta Rizgarî destê xwe danîne ser her tiştî. Da zanîn jî: “valahiyeke îdarî ya mezin heye, di demekê de ku em li pêş pêdiviyên îdarî û siyasî yên pir mezin in.”

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê Partiya Îradeya Gel a girêdayî Bereya Guhertin û Rizgariyê ku bi “Platforma Moskoyê” tê naskirin, Muhened Delîqan da zanîn ku partiya wî ti vexwandinek ji bo beşdarbûna vê kongreya niştimanî li Şamê wernegirtiye.

Herwiha Ehmed El-Esrawî, serkirdeyê “Hevrêziya Niştimanî” ku çendîn partiyan di nav xwe de dihewîne û berî rûxandina Esed wekî nûnerê opozîsyona navxwe dihat dîtin, piştrast kir, rêveberiya nû di derbarê kongreya niştimanî ya plankirî de, pêwendî bi wan re nekiriye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif jî tekez kir, ti vexwandname ji wan re nehatiye şandin ku beşdarî kongreyeke niştimanî bibin.

Akademesyenê naskirî yê Sûrî Yihta El-Erîdî jî got: “Her ku rêveberiya nû hêzên siyasî li welat paşguh bike, ew qas têkçûn mezintir dibe.”

 
Fly Erbil Advertisment