Kim Jong Un haydariya şerê atomî dide

Kim Jong Un: Eger Amerîka li ser siyaseta niha berdewam be, peymannameya ewlehiya atomî ji bo şerî diguhere

Kim Jong Un
Kim Jong Un

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî ku Serokê Amerîakyê yê nuhilbijartî Donal Trum dest bi karî bike, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un sozê dide ku li sala bê siyaseteke tund li beranberî Amerîkayê bi kar bîne.

Ajansa nûçeyên fermî ya Navenda Koreya Bakur îro (Yekşem, 29.12.2024) parve kiriye, “Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di civîna dawiyê ya 2024ê ya partiya xwe de helwesteke nû li beranberî Amerîkayê diyar kiriye û amaje da ku, siyaseteke tund li beranberî Amerîkayê bi kar tîne. Ji bo vê yekê jî, soz daye.”

Çavkaniya navbirî amaje jî daye, “Amerîkayê li dijî tevgera komonîst helwest û reftarên tund hebûne, ew yek jî wekî siyaseta neguher a Amerîkayê binav kiriye.”

Kim Jong Un herwesa ragehandiye, “Eger Amerîka bi vî awayê siyasetê berdewam be, hingê dûr nîne peymannameya ewlehiyê ya navbera Amerîka û Koreya Bakur û Japonê ber bi şereke atomî ve biçe.”

Ev di demekê de ye ku pêşbînî hemî ber bi wê arasteyê ve ne ku, li destpêka sala nû (2025), piştî ku Trump dest bi karê xwe dike, peywendiyên navbera Amerîka û Koreya Bakur ber bi arasteyeke din ve bên guhertin, ji ber ku Trump li dawiya Hezîrana 2019ê wekî Serokê Amerîkayê yê yekê serdana Piyong Yangê kiribû.

Herwesa Trump di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, “bi Kim Jong Un re di peywendiyeke romantîk de ye”, lê niha ji ber şerê Ukraynayê rewş cuda ye, ji ber ku Koreya Bakur nêzî 10 hezar serbaz û çekan ji bo piştevaniya artêşa Rûsyayê şandine bereyên şerî li Ukraynayê, vê yekê jî nîgeraniyên Amerîka û hevpeymanên wê yên Ewropayî zêde kirine.

 
Fly Erbil Advertisment