Petatên Kurdistanê gehiştin Afrîkayê û Serokwezîra Lîbîryayê jê hez kir

Destpêka sala bê pîvazên Kurdistanê li Afrîkayê tên berbazarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Barê yekê yê hinardekirî yê petatên Herêma Kurdistanê gehişt welatê Lîbîryayê li rojhilata parzemîna Afrîkayê, herwesa biryar e li destpêka sala bê li welatên Afrîkayê pîvazên Herêma Kurdistanê jî bê berbazarkirin.

Hacî Hisên Osman, ku bazirganekî Kurd e û xwediyê kompaniya Rîf Kerkûkê ya berhemên çandinê ye, taybet ji malpera K24ê re got, “Me li roja 24ê vê mehê barê yekê yê petatên Herêma Kurdistanê gehand welatê Lîbîryayê, herwesa me lihev kir ku ji niha û pê de her mehê 100 tonên petatan hinardeyî wî welatî bikin.”

Hacî Hisên Osman herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkarên tendirustiyê û hinardekirina wan alîkariyeke temam kiriye, li destpêkê barê petatan biriye Mêrsîna Tirkiyeyê û li benderê Mêrsînê li keştiyê bar kirine û piştî 34 rojan gehiştine Lîbîryayê.”

Navbirî di derheqa vedîtina bazarên zêdetir û berfirehtir ji bo embarkirina berhemên çandinê yên Herêma Kurdistanê de amaje da ku, li nîva meha bê (15.01.2025) serdana çend welatên din ên Afrîkayê dikin, ji bo ku pîvazên Herêma Kurdistanê li wan welatan berbazar bikin.

Herwesa ragehand, “Tevî ku gehandina petatên Kurdistanê ji bo Lîbîryayê ji ber rêkarên qanûnî heftiyekê vekêşa, lê ji ber başiya kalitiya wî berhemî ji tam û cûnên wê, hikûmeta wî welatî pêşniyara hemî hêsankariyan ji dabînkirina erdî û sedemên din kiriye, ji bo ku ezmûna Herêma Kurdistanê di berhemanîna petatan de li Lîbîryayê bê dubarekirin.” Herwesa got, “Me 100 tûrikên petatan ji bo Serokê Hikûmeta Lîbîryayê şandine û cûn û tamên petatên Kurdistanê gelek bi dilê wî bûn.”

Li gor lidûçûnên K24ê, heta niha Hikûmeta Lîbîryayê ji bo hawirdekirina petatan li ser astê cîhanê pişta xwe bi berhemê Libnanê germ dikir, lê pêşbînî tê kirin ku petatên Herêma Kurdistanê cihê petatên Libnanê bigire û pêdivîtiya sûk û xelkê wî welatî dabîn bike.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî her li destpêkê ragehand ku, “Bizavê ji bo hemerengkirina çavkaniyên darayî dike, xasma jî ji bo pêşxistina kertê çandinê û vedîtina bazarê derve ji bo embarkirin û berbazarkirina berhemên çandinê yên Herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de jî gelek berhemên din ên çandinê hinardeyî derve hatine kirin, wekî hinar, hingivîn, petat û sêvan, ji bo berfirehtirkirina astê hinardekirina berhemên çandinê.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment