Nêçîrvan Barzanî: Em hevxemê gelê û hikûmeta Koreya Başûr in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe ji gel û hikûmeta Koreya Başûr re nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Berçile di peyamekê de ragihand, ji ber karesata ketina firokeyê, sersaxî û hevsoziya xwe ji gel û hikûmeta Komara Koreya Başûr re nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Herêma Kurdistanê hevxema we ye.”
Duhî 29ê Berçile firokeyeke Koreya Başûr ku 181 rêwî tê de bûn, li firokxaneya bajarê Muanê ketibû xwarê.
Berpirsê Tîma Agirkujê yê herêmî yê Koreya Başûr Lee Hyun-ji got ji 181 rêwiyan, 179 kesan canê xwe jidest dan û tenê 2 kes ji bûyerê sax man.