Aliyên siyasî li ser daxuyaniya Şera: Federalîzm baştirîn çareserî ji bo Sûriyeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Daxuyaniyên vê dawiyê yên Ehmed Şera yên derbarê kurdan li Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjan,  bûne cihê dilaramiyê li cem aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, lê di heman demê de, nerazîbûn li hember paşeroja Sûriyeyê û qebûlnekirina sîstema federalîzmê nîşan dan.

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tekez dikin ku “ne mafê Ehmed Şera ye ku biryareke bi vî rengî bide û divê hemû gelê Sûriyeyê bi diyalogê û di bin ala Komara Sûriyeyê de û bi hesteke bilind ya niştimanperwerî bicivin û van pirsan çareser bikin.

Peyvdarê Encûmena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Tiştê ku Şera li ser gelê Kurd gotiye, mijara rêzgirtin û rehetiyê ye ji bo gelê Kurd, ji ber ku Kurd pêkhateyeke bingehîn a gelê Sûriyeye ye. Lê derbarê sîstema federalîzmê de, em di ENKSê de, federalîzmê weke baştirîn çareserî ji bo pêşeroja Sûriyeyê dibînin, wek hemû welatên pêşketî yên cîhanê.

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Nesredîn Ibrahîm jî li ser daxuyaniya Şera ya “federalî li Sûriyeyê nabe” got: “Tiştê ku Şera li ser gelê Kurd gotiye, rêz û hurmetê jê re tê kirin, lê ne mafê wî ye ku ti biryarekê derbarê navendî yan nenavendiya dewletê bide, divê gelê Sûriyeyê bi rêya civîn û diyalogan, beşdarî biryardana li ser paşeroja Sûriyeyê bibin.”

Ehmed Şera di hevpeyvîna bi kenala “Al-Arabia” re gotibû, Kurd beşek in ji pêkhateyên Sûriyeyê, zordarî li wan hatiye kirin û ji erkê wan e ku Kurdan biparêzên û derbarê HSD de jî gotibû, ew bi HSDê re di danûstandinan de ne ji bo çareserkirina kirîza bakurê rojhelatê welat. Herwiha Şera sîstema federalîzmê ji bo Sûriyeyê red kiribû. 

 
Fly Erbil Advertisment