Serokwezîr Mesrûr Barzanî sala nû li welatiyên Kurdistanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31-12-2024an peyamek bi boneya serê sala nû ya zayînî 2025an belav kir, tê de pîrozbayên xwe pêşkêşî tevahiya welatiyên Herêmê û tevahiya Kurdistaniyan kir û hêviya şadî, xweşguzeraniyê û saleke pir ji aramî xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyma xwe de got jî: “Hêvî dikin di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigehêjin encamê û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê bigehêjine rêkeftinekê, ji bo ku hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî were avakirin.”
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2025an, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya welatiyên herêmê û tevahiya Kurdistaniyan dikim û hêviya şadî, xweşgozeraniyê û saleke pir ji aramî bo hemûyan dikim.
Spasiya berxwedan û bêhin firehiya xelkê nîştimanperwer û zilimlêkirî yê herêma Kurdistanê dikim ku, mixabin jiber çê kirina kêşeyan û ne şandina şayîsteyên darayî yên mûçexwerên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve, mûçexwerên herêma Kurdistanê saleke dijwar ya darayî derbas kirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe bi temamî cîhbicîh kiriye lewre lazime ev kêşeya han di sala nû de bi awayeke hertimî were çareserkirin.
Herwiha hêvî dikin di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigehêjin encamê û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê bigehêjine rêkeftinekê bo ku, hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî yaku, bikaribe di asta erk û astengiyên niha û pêşerojê de be û bêyî cudatî xizmeta tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, were avakirin.
Sala nû li tevahiya aliyan pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û awedaniyê be.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
31.12.2024