Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvîdar im sala nû pirî aştî û seqamgirî û pêşkeftin be

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina sala nû peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemî tex û pêkhateyên wê ve û gelên Îraqê û cîhanê dike, herwesa hêvî dike ku sala nû ji bo hemiyan saleke pirî aştî, seqamgirî, pêşkeftin û xêr û xweşî be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 31.12.2024) bi helkefta hatina sala nû peyameke pîrozkirinê arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemî tex û pêkhateyên wê ve û gelên Îraqê û cîhanê kir û ragehand, “Di sala 2024ê de guhertin û werçerxanên mezin li deverê peyda bûn ku, qebxwaziyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa hemî deverê kiriye.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Bi helkefta hatina sala nû ya Zayînî (2025), ez germtirîn pîrozbahî arasteyî tevaya welatiyan ezîz ên Kurdistanê dikim, xasma jî binemalên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên Navxwe û hemî pêkhateyên Kurdistanê, herwesa ez pîrozbahiyê li tevaya gelên Îraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala nû ji bo hemiyan saleke pirî aştî, seqamgirî, pêşkeftin û xêr û xweşî be.

Di sala 2024ê de guhertin û werçerxanên mezin li deverê peyda bûn ku, qebxwaziyên ewlehî û siyasî bandor li ser rewşa hemî deverê kiriye. Ev pêşhat pêdivîtiya hizirkirineke bilind û mukomkirina tebayî û yekdengiya navxweyî ji me dixwazin, ji bo rûbirûbûna wan metirsiyan ên ku gefan li ewlehî û seqamgiriyê dikin, herwesa ji bo wergirtina feydeyî ji derfetan.

Di vî warî de ez daxwazê ji hemî aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim ku hemî bi hev re kar bikin, ji bo nehêlana duberekiyan û bi canê berpirsyarîtiya niştîmanî ya hevpar ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin. Di vê rewş û qonaxê de, bihevrebûn û karê hevpar yekane rê ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên me yên rewa, lewma ez tekezê li ser giringiya lezkirinê di damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.

Her bi vê helkeftê ez pabendiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirina bi Hikûmeta Îraqê ya Federalî re û hevparên me yên herêmî û navdewletî ji bo berhingarbûna qebxwaziyên hevpar û vedîtina çareseriya herdemî ji bo arêşeyan tekez dikim. Alîkariya navbera me dibe sedemeke seqamgirî û aştî û pêşkeftinê li Îraq û deverê û alîkariya pêkvejiyana aştiyane ya gelan û pêkhateyên deverê dike.

Herêma Kurdistanê bi hez û îradeya dilsozane ya gelê xwe ji hemî pêkhateyan û hêzên wê yên niştîmanî şiyana nehêlana qebxwaziyan û berdewambûna li ser avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên paşerojê heye. Bila em bi hêvî û umêd sala nû bikin derfetek ji bo karkirina cidî û bicihanîna hêviyên gelê me.

Sala nû li hemiyan pîroz be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.12.2024