Cîhan pêşwaziya sala nû dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Li seranserî cîhanê, li dû cudahiyên navxweyî û cihê cografî, welat pêşwaziya serê sala nû (2025) dikin û xatira xwe ji sala 2024ê dixwazin.
Welatê yekê ku pêşwaziya sala nû kir wekî hemî salên borî Nûzîland bû, ku îro (Sêşem, 31.12.2024) seet 02:00 ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê bi gêrana ahengan pêşwaziya sala nû kir û xatira xwe ji sala 2024ê xwast.
Awistralya seet 04:00 ê êvarê bi dema Kurdistanê bû welatê duyê yê cîhanê ku derbazî sala nû bû.
Japonê seet 06:00 ê êvarê bi dema Kurdistanê pêşwaziya sala nû kir û Japoniyan bi nivêjên spasdariyê û lêdana zengên peristgehan sala nû pîroz kir.
Piştî Japonê, Çîn û Hong Kongê seet 07:00 ê êvarê bi dema Hewlêrê bi gêrana ahengan pêşwaziya sala nû kir.