Zelenskyy: Em dê hemî bizavan bikin ku şerê Rûsyayê bidawî bînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê radigehîne, “Eger Ukrayna di vî şerî de bişkê, hingê moşek û çekên Rûsyayê li tevaya Ewropayê belav dibin.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy duhî (Sêşem, 31.12.2024) ragehand ku, welatê wî di sala 2025ê de hemî bizavan dike ku “Rûsyayê rawestîne û wî şerî bidawî bîne” ku ev sê sal in berdewam e.
Zelenskyy di gotareke serê salê de ji gelê xwe re got, “Ez hêvîdar im sala 2025ê sala me be, sala Ukraynayê. Em dizanin ku aştî wekî diyarî ji me re nayê dan, lê em dê hemî tiştan bikin ku Rûsyayê rawestînin û şerê wan bidawî bînin, ev e ya ku em hemî hêviyan jê re dixwazin.”
Navbirî herwesa ragehand ku, wî goman nîne Donald Trump dixwaze kirîza Ukraynayê bidawî bîne, lê ev şer bê rawestandina Vladimir Putin bidawî nayê, em dikarin bi Amerîkayê re Rûsyayê neçarî agirbestê bikin.
Serokê Ukraynayê herwesa ragehand, “Eger Ukrayna di vî şerî de bişkê, hingê moşek û çekên Rûsyayê li tevaya Ewropayê belav dibin.”