Di dawî roja 2024ê de zêdetirî çar hezar kesan bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê hatinûçûn kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragehand, “Di roja dawiyê ya sala 2024ê de çar hezar û 826 kesan bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatinûçûn kiriye.

Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Wişyar îro (Çarşem, 01.01.2025) taybet ji Malpera K24ê re ragehand, “Di roja dawiyê ya sala 2024ê de, hezar û 535 kesên Îraqî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine Herêma Kurdistanê, hezar û 14 kes jî bi wê rêyê çûne.”

Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa got, “Her bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, 957 kesên biyanî hatine û hezar û 456 kesên biyanî jî bi wê rêyê derkeftine.”

Ehmed Wişyar amaje jî da, “Ew kesên bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine du hezar û 492 kes bûn û yên ku derkeftine jî du hezar û 370 kes bûne, hejmara giştî ya hatî û çûyîyan çar hezar û 826 kes bûn.”

 
Fly Erbil Advertisment