Pêşbînî tê kirin meha bê PKK çekê xwe dane

Navenda Nûçeyan (K24) - Perlemanterê AK Partiyê û Serokê Lijneya Medyaya Dîjîtalî li Perlemana Tirkiyeyê Huseyin Yayman dibêje, “Ez pêşbînî dikim ku li meha bê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekê xwe dane û çalakiyên xwe yên çekdarî bidawî bîne.”

Perlemanterê AK Partiyê û Serokê Lijneya Medyaya Dîjîtalî li Perlemana Tirkiyeyê Huseyin Yayman îro (Pêncşem, 02.01.2025) serdana şanda Dem Partiyê ji bo aliyê Devlet Bahçeli wekî werçerxaneke dîrokî li Tirkiyeyê binav kir û got, “Ev pêngav û qonaxeke ku ev demeke gelê Tirkiyeyê li bendê ye, niha jî dema wê yekê hatiye ku Dem Partî bersiva wê gaziyê bide û rolê xwe yê erênî bigêre, ew berpirsyarîtiya dîrokî ya keftiye ser milên wê bi cih bîne.”

Huseyin Yayman herwesa got, “Gaziya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ji bo aştiyê peyameke giring bû û pêşkeftin jî tomar kir, lewma jî divê PKK li dû wê gaziyê bê û çalakiyên xwe yên çekdarî bidawî bîne û çekên xwe radest bike.”

Navbirî amaje jî da, “Ez pêşbînî dikim, eger pêngav bi vî awayê niha berdewam bin, em dê di meha bê de guhertin û pêşhatên giring bibînin, PKK dê di meha Şibatê de çekê xwe dane û dê li Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên çekdarî bidawî bîne, li Sûriyeyê jî dê çekê xwe bide destê Hikûmeta Şamê ya demkî.”

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Pêncşem, 02.01.2025) bi Serokê Perlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re û paştir jî bi bi Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli re civiya.

Şanda Dem Partiyê ji Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder, Perlemantera Dem Partiyê li Tirkiyeyê Perwîn Buldan û Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ehmet Turk pêk hatibû.

Biryar e şanda Dem Partiyê li roja Duşema bê bi CHPê û çend partiyên din ên siyasî yên Tirkiyeyê re jî bicive, û paşî hûrgiliyên naveroka civîna xwe ji bo raya giştî eşkere bike.