Fransa û Almanya: Divê ewlehî û berjewndiyên Kurdan li Sûriyeyê parastî bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa û Almanya di daxuyaniyeke hevbeş de, tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û berjewendiyên Kurdan li Sûriyreyê kirin.
Fransa û Almanyayê duhî 3ê Çile daxuyaniyeke hevbeş li ser serdana wezîrên xwe yên derve bo Şamê û hevdîtinên wan bi desthilatên nû yên li Sûriyeyê belav kirin.
Fransa û Almanyayê di daxuyaniya xwe de, banga rawestandina şer û pevçûnên li Bakurê Sûriyeyê û parastina ewlehî û berjewendiyên Kurdan kirin.
Herwiha wan her du welatan diyar kirin, amadekarî tên kirin ku di demeke nêz de kongreya niştimanî li Sûriyeyê were lidarxistin.
Fransa û Almanyayê gotin jî, qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê divê nûnertiya tevahiya pêkhateyan Sûriyeyê tê de hebe.
Dan zanîn jî, desthilatên nû yên Sûriyeyê pabendbûna xwe bi beşdariya berfireh a hemû pêkhateyên Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de tekez kirin.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock duhî Înê gihîştin Şamê.
Her du wezîran bi Fermandarê Giştî yê Rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan û rewşa niha ya Sûriyeyê û pêwendiyên dîplomatîk gotûbêj kirin.
Ev yekem serdana wezîrên derve yên Fransa û Almaniyayê bo paytexta Sûriyê ye, piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 08.12.2024an de.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî hevdîtin û civîna bi Ehmed Şera re ragehand, wê tekez kiriye ku Ewropa pere nade rêkxistinên Îslamî. Ev jî tenê bi berjewendiyên Ewropayê re girêdayî nîne, belkî Sûrî bi xwe jî ku li Almanyayê penaber in tekezê li ser vê xalê dikin.
Annalena Baerbock herwih pêdivî dibîne ku tevaya pêkhateyên Sûriyeyê tevlî avakirina wî welatî bibibn, xasma jî ku Ewropa di vê qonaxê de alîkariya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê dike.
Wezîra Derve ya Almanyayê tekez jî kir, “Pêdivîtiya Kurdan li Sûriyeyê bi gerentî û baweriya ewlehiyê heye.” Wezîra navbirî herwesa got, “Rakirina sizayên li ser Sûriyeyê pişta xwe bi paşeroja piroseya siyasî li wî welatî germ dike.”