Bendava Tişrînê di bin metirsiyeke mezin de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Şaredariyan a li Kobanê bal kişand ser xetereya êrişên Tirkiyeyê û grûpên çekdar li ser Bendava Tişrînê û diyar kir ku metirsiyeke mezin heye ku bendav bê rûxandin. 

Desteya Şaredariyan îro 4ê Çile li bajarê Kobanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji dema ketina rêjîma Beşar Esed di 8ê meha borî de, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrisên berfireh li ser herêma Şehba, Til Rifet û Minbicê dan destpêkirin.

Herwiha hişyariya wê yekê da û got, ji encama êrîşan bendava Tişrînê ji xizmetê derket. Ji ber vê yekî jî bi hezaran kes bê elektrîk û av mane. Bendav di bin gefeke gelekî mezin de ye ku bê rûxandin ku dê kareseteke mirovî, ekolojîk û aborî derxe holê. 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Hemû saziyên xizmetgûzeriyê yên wekî depoya genim, stasyona avê û saredarî jî hatin bombebarankirin.”

Bendava Tişrînê li ser çemê Firatê li herêma Minbicê ye, 115 km li rojhilatê Helebê û 80 km jî ji sînorê Tirkiyeyê dûr e.

Di çend rojên borî de şer û pevçûnên giran li derdora Bendava Tişrînê di navbera grûpên çekdar û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve derdikevin.