Li Parêzgeha Der’ayê 4 gorên bikomî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Der’ayê di nava 13 rojan de, 4 gorên bikomî hatin dîtin ku termên 163 kesan tê de bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li parêzgeha Der’ayê 4 gorên bikomî hatin dîtin, tê texmînkirin ku qurbaniyên tê de, kesên ku ji ber sedemên siyasî ve hatine girtin û ji aliyên hêzên rejîmê ve hatine kuştin in.

Belavbûna gorên bikomî wiha ne:

- Welatiyan duhî 4ê Çile 5 term li bajarokê Senemên, li rojhilatê Firqeya Nehem a hêzên rêjîma berê, dîtin.

- Roja 2ê Çile, goreke bikomî ku tê de termên 31 kesên nenas tê de bûn, li nêzîkî bajarokê Izraa hate dîtin.

- Roja 22 Berçile, termên 93 welatiyan, di nav wan de zarok û jin jî hebûn, hatin dîtin, li gorî mikurhatinên hin endamên îstixbarata leşkerî ya rêjîmê, ew bi saxî hatin şewitandin.

- Roja 16ê Berçile, welatiyan goreke bikomî ku tê de 34 termên kesên nenas tê de bûn, li derûdora bajarê Izraa dîtin.

Li gorî Komeleya Girtî û Windayan, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên bikomî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.

 
Fly Erbil Advertisment