Rêveberiya Xweser: Divê êrîşên Tirkiyeyê bê ceza û bê hesab nemînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dixwazin tevliheviyê belav bike û aramiya herêmê têk bide, divê tawanên wê bê ceza û bê hesab nemînin.
Rêveberiya Xweser îro 5ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê êrişên xwe li ser navend û binesaziyan didomîne. Bi van êrişan armanc dike deverên ku xizmeta xelkê dike.
Herwiha got jî: “Armanca Tirkiye ji van êrişan heman armancên kevin in: belavkirina tevliheviyê, têkdana hêmanên aramiyê, şandina peyamên piştevanî û zindîkirina komên terorîst re, di serî de DAIŞ.”
Rêveberiya Xweser tekez kir, “Êrişên li ser binesaziya herêrmê, yên wekî Bendava Tişrînê, Şaredariya Gel a Curniye, kargeha şekir a li Meskene û navenda ceyranê sûcên aşkere ne.Di heman demê binpêkirina tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî êrişên li ser cihên xizmetguzariyê ye.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got: “Em teqez dikin ku divê civaka navdewletî û saziyên wê li hemberî van sûcan bikevin tevgerê û li ber van kiryarên Tirkiyeyê bigirin. Divê ev sûc bêyî ceza û bê hesab nemînin.”
Herwiha destnîşan kir, “Tirkiye li Hesekê jî bi dagirkirina Stasyona avê ya Elûkê ya li Serêkaniyê zêdetirî mîlyon kes bê av hiştiye. Zêdetirî vê yekê hewl dide li Bendava Tişrînê aloziyeke enerjî û avê çêbike.”