Li Pakistanê di êrîşeke xwekujî de 61 kes hatin kuştin û birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li eyaleta Belûçistanê ya Pakîstanê îro 5ê Çile di êrîşeke xwekujî de, 61 kes hat kuştin û birîndar bûn.

Li gorî ajansa “Mehr” a Îranê, Artêşa Rizgariya Belûçistanê li bajarê Turbatê êrîşeke xwekujî li dijî karwaneke artêşa Pakistanê pêk û herî kêm 5 kes hatin kuştin û 56 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, Otobuseke ku pasewanên sînor tê de bûn, ji Karaçî ber bi Turbatê ve diçû, bi qasî heft kîlometreyan li rojavayê bajêr hat armanckirin.

Artêşa Rizgariya Belûçistanê bi berdewamî êrîşên kujer li dijî hêzên ewlehiyê an Pakistanî, bi taybetî li Punjabê, pêk tîne.

Artêşê Pakistanê ragihand, tenê di sala 2024an de 383 leşker û 925 çekdar di pevçûnên cuda de hatine kuştin.