Li gundewarê Minbicê zêdetir ji 100 kesî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li derdora Minbic û Bendava Tişrînê berdewam in û HSD bersiva êrîşên çekdaran dide.

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand, li gundewarê Minbicê di van du rojên borî de şerekî giran heye û hêzên Tirkiyeyê êrişên xwe yên bejayî û asmanî bi dronan zêde kirin û cihên leşkerî û sivîl jî kirine armanc.

Ebdulrehman got: “Şer li derdora başûr û rojhilatê Minbicê dijwar bûye û heta îro 5ê Çile, 101 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.”

Herwiha da zanîn, 85 çekdar ji komên çekdar hatin kuştin, herwiha 16 şervanên HSDê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên wê li eniyên şer ên li bendava Tişrîn û herêmên başûrê rojhilatê Minbicê hewl didin pêşde biçin, lê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh Şemiyê hemû êrîşên wan ên bi piştgiriya dronên Tirkiyeyê şikandin û derbeyên giran li komên çekdaran dan.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Berçile de, grûpên çekdaran ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşên xwe li dijî navçeyên di destê HSDê de ne, zêde kirine û bajarê Minbicê jî xistibûn bin kontrola xwe.

 
Fly Erbil Advertisment