80 baroyên Tirkiyeyê: Nayê qebûlkirin kujerên Tahir Elçî bêsiza bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Dadgeha Herêmî biryara Doza Tahîr Elçî pesend kir, ev yek rastî bertekan hat, 80 baroyên Tirkiyeyê daxuyaniyek hevpar belav kirin û bang kirin ku nayê qebûlkirin kujer bêsiza bimînin û dê heta ku kujer werin sizadan tekoşîna xwe bidomînin.
Di biryara dadgehê ya 12ê Hezîrana 2024an ya derbarê Doza Kuştina Tahîr Elçî de, dadgehê amaje kiribû ku biryara bereeta 3 bergumanên polîs ên dihatin darizandin hatiye dayîn. Li ser vê yekê parêzerên dozê biryar biribûn Dadgeha Herêmî ya Îstînafê.
Dadgeha Herêmî ya Îstînafê jî birayr pesend kir û bi vê yekê jî derket holê ku di doza kuştina Tahîr Elçî de ti kesek nehat sizadan û doz wisa ma.
Li ser vê yekê Baroya Diyarbekir û Weqfa Tahîr Elçî daxuyaniyek hevpar dan û gotin ew biryara Dadgeha Herêmî ya Îstînafê qebûl nakin û heta ku kujer werin sizadan ewê têkoşîna xwe bidomînin.
Derbarê biryarê de 80 baroyên Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kirin û amajekirin ku birayrek nehiquqî ye û divê berpirs werin sizadan.