Tirkiyeyê careke din rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hindirên Hîwa ragihand, hikûmeta Tirkiyê careke din rawestandina geştên esmanî yên bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir.

Hindirên Hîwa ji K24ê re got: “Em bi rêya emailê hatin agahdarkirin ku Tirkiyeyê rawestandina geştên asmanî bo Firokexaneya Silêmaniyê ya Navdewletî û berovajî wê ji Firokxaneya Silêmaniyê bo firokexaneyên firokexaneyên Tirkiyeyê, bo 6 mehên din dirêj kiriye.”

Roja şemiyê 3ê Nîsana 2023, Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Tirkiyê geştên xwe yên firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê rawestand. Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ev pêşhat dê heta Tîrmeha îsal bidome û sedema wê jî bo zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerand.

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Bekraco ye ku 15 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye, kevirê bingehîn ê firokexanê di sala 2003an de hat danîn û sala 2005an temam bû û kete kar.

 
Fly Erbil Advertisment