Urdin: Em amade ne elektrîk û gazê bidin Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Urdinê ragihand, ew piştgiriya jinûveavakirina Sûriyeyê dikin û dê bi wan re hevahengiyê bikin ji bo rêgirtina li dubare xwerêkxistina DAIŞê.
Şandeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro 7ê Çile serdana Urdinê kir û bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya û di hevdîtinê de behsa şerê li dijî DAIŞê, qaçaxçîtî û çend mijarên din ên girîng kirin.
Wezîrê Derve yê Urdinê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de got: “Em piştgiriya nûavakirina Sûriyeyê dikin û amade ne ku elektrîk û gazê bidin wî welatî.”
Sefedî got: “Bi hevahengiya ligel Sûriyeyê, emê rê li dubare xwerêxistinkirina DAIŞê û bazirganên madeyên hişber bigirin. Em ê alîkariyê ji bo vegera penaberan bo Sûriyeyê bikin.”
Herwiha Wezîrê Derve yê Urdinê bang li Amerîkayê jî kir ku sizayên li ser Sûriyeyê rake.
Ji aliyê xwe vem Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şibanî got: “Derfetek cidî heye ji bo dubare avakirin û bihêzkirina pêwendiyên me bi welatên herêmê re.”
Televîzyona Sûriyeyê roja 5ê Çile diyar kiribû, şandeke Sûrî ku ji Wezîrê Derve Es’ed Şîbanî, Wezîrê Berevaniyê Mirhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbaratê Enas Xetab pêk tê, serdana Qeter, Îmarat û Urdinê dikin.