Îran: Em ji bo geştên asmanî yên Sûriyeyê amade ne

Balafireke Îranî
Balafireke Îranî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Îranê amajeyê dide amadebûna welatê xwe ji bo destpêkirina geştên xwe yên asmanî ji bo Sûriyeyê. Herwesa dibêje, “Li ser geştên me yên ji bo Misirê, divê berpirsên bilind li Tehranê biryarê bidin.”

Serokê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Îranê Hisên Pûrferzane îro (Sêşem, 07.01.2025) ragehand, “Îran ji bo destpêkirina geştên asmanî ji bo Sûriyeyê amade ye.”

Hisên Pûrferzane taybet ji Ajansa Nûçeyan a Îranî re got, “Ji bo destpêkirina geştên asmanî ji bo Sûriyeyê, em li benda bersiva desthilatdarên Sûriyeyê ne.”

Navbirî herwesa di derheqa geştên asmanî yên navbera Tehran û Qahîreyê de jî got, “Divê berpirsên bilind ên Îranê biryarê bidin.”

Medyayan îro (Sêşem, 07.01.2025) parve kiriye, “Ji bo cara yekê Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê geştên xwe yên asmanî dest pê kirin.” Amaje jî da, “Geşta yekê ya balafira hêla asmanî ya Sûriyeyê ber bi Şarîqeya Îmaratê ve hat kirin.”

Herwesa hatiye ragehandin, “Îro sê geştên asmanî hatine destpêkirin, herwesa piştî gelek salan asoyeke nû ji bo peywendîkirina bi cîhanê re hatiye vekirin.”

Desthilatdarên Sûriyeyê li roja Şemiyê jî ragehand, “Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê, ku mezintirîn balafirxaneya welatî ye, ji îro ve dest bi geştên xwe yên navdewletî dike, ku piştî nemana Rijêma Esed li meha borî hatibûn rawestandin.”