Fransa haydariyê dide Trump

Jean-Noel Barrot û Donald Trump
Jean-Noel Barrot û Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê di derheqa sinoran û serweriya Yekîtiya Ewropayê û axa Girînlandê de haydariyê dide Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro (Çarşem, 08.01.2025) ragehand, “Ez bi hemî awayan gef û êrîşkirina li ser serweriya Yekîtiya Ewropayê red dikim. Em rêyê nadin çi kesekî ku wî karî bike, giring nîne ew kes kî be.”

Jean-Noel Barrot herwesa amaje jî da, “Tevî ku em parzemîneke bihêz in lê divê em xwe bihêztir bikin. Girînland jî pareke parzemîna me ye.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransayê piştî gotinên Trump hat ku duhî (Sêşem, 07.01.2025) di konferanseke rojnamevanî de gotibû, “Eger pêdivî bike, ez bikaranîna hêzê ji bo kontirolkirina Girînlandê û kanala Penemayê red nakim.”

Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê herwesa ragehandibû, “Ji bo merema bihêzkirina ewlehiya neteweyî, pêdivîtiya me bi Girînlandê heye.”

Girava Girînlandê pareke Danîmarkê ye, lê xwediya sîstema otonomî ye û hejmara şêniyên wê jî 57 hezar kes e. Ew girav bi gelek kanzayan û petrol û gaza xwezayî zengîn e. Tevî vê yekê jî, pêşkeftina wê xav e û ji aliyê aborî ve jî zêdetir pişta xwe bi nêçîr û geştyariyê germ dike.