HSD: Zêdetir ji 37 çeteyan li Bendava Tişrînê û gundewarê Minbicê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, di bersivdana êrişên li derdora Bendava Tişrînê û gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê de, zêdetirî 37 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li tevahî eniyên şer rûbirûyî êrîşên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bûn.

Diyar kir jî, hêzên ser bi Tirkiyeyê êrişeke dijwar li dijî gundên Elûş û Til Erîş, her wiha Girê Siryatil ên li derdora Bendava Tişrînê yên li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê pêk anî û pevçûnên dijwar rû dan û bi dehan çete hatin kuştin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hat pişratkirin ku termên 37 çeteyan hatin dîtin, tankek û 4 erebeyên veguhastina çeteyan hatin rûxandin û derbe li 2 erebeyên bi cureya BMB hat dayîn.”

Amaje bi wê jî kir, “komek ji 25 çeteyan êrişî gundê Til El Zemalê kir, di encamê de pevçûnên dijwar rû dan. Bi wê re 3 çete hatin kuştin, erebeyeke doçka li ser hate rûxandin û derbe li erebeya BMB hat xistin. Dûre çete ji ber derbên giran ên hêzên me ji qada şer reviyan.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê got, “Bi giştî bi dehan çete hatin kuştin, lê termên 37 çeteyan hatin belgekirin, 4 çete di şer de birîndar bûn, tankek û 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û derbe li 3 erebeyên leşkerî yên BMB hatin xistin.

Da zanîn jî, di encama rûbirûbûna êrişan de 6 şervanên HSD canê xwe jidest dan û 9 şervan jî birîndar bûn.

 
Fly Erbil Advertisment