Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê: Pêwîst e hêzên me li Sûriyeyê bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin mayîna hêzên welatê xwe li Sûriyeyê bi pêwîst dide zanîn, ji bo rêgirtin li derketina metirsiyên ji aliyê DAIŞê ve, piştî ketina rêjîma Esed.

Austin duh 8ê Çile berî ku erka wî bidawî bibe, ji ajansa “Associated Press” re got, hîn jî pêdivî bi hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyeyê heye, bi taybetî ji bo peydakirina ewlekariya kampên girtinê ku bi deh hezaran çekdarên berê yên DAIŞê û malbatên wan tê de ne. 

Austin herwiha got: “Eger Sûriye bê parastin bimîne, di baweriya min de, çekdarên DAIŞê dê vegerin ser rêya xwe ya sereke.”

Pêştir dora 900 leşkerên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo şerê li dijî DAIŞê hebûn, lê vê dawiyê Pentagonê eşkere kir ku, wan hejmara leşkerên xwe bo 2 hezaran bilind kiriye, ji bo ku rêgiriyê li hewldanên vegera DAIŞê bikin.

Li gorî amaran, di navbera 8 – 10 hezar çekdarên DAIŞê li wan kampên girtinê yên li Rojavayê Kurdistanê hene, herî kêm 2,000 ji wan wek pir metirsîdar têne hejmartin.

Piştî kontrolkirina Şamê ji aliyê opozîsyona Sûriyeyê ve, Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê John Feiner tekez kir, hêzên wan piştî rûxandina rêjîma Esed, dê di çarçoveya erkê dije-terorê de li Sûriyeyê bimînin.

 


 

 
 
Fly Erbil Advertisment