Heftiya bê şandên bilind ên siyasî yên PDK û YNKê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê dibêje, “Civîna şanda teknîkî ya PDK û YNKê, ji bo darêtina reşnivîsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja sêyê de bidawî hat. Biryar e heftiya bê şandên bilind ên siyasî yên her du aliyan li ser çend xalên din ku gengeşe li ser heye bicivin.”

Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila îro (Pêncşem, 09.01.2025) got, “Civîna şandên PDK û YNKê li hola Seid Ebdila ji bo roja sêyê bidawî hat.” Li dû zanyarên Newres Ebdila, “Reşnivîs hatiye amadekirin ku ji hejmareke xalên hevpar û herwesa xalên cuda pêk tê.”

Newres Ebdila amaje jî da, “Nêzî 15 xalan hatine amadekirin, ku li ser şeş bendên cuda tên parvekirin, li ser desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wezîr û birêveberên giştî, pirsa komkirina dahatan û parvekirina wan li ser parêzgehan û herwesa pirsa tevlîbûneke çalak û rakirina berpirsyarîtiyê di dema çêbûna arêşe û qeyranan de li beranberî hikûmetê.”

Navbirî ron jî kir, “Şandên teknîkî yên PDK û YNKê ji bo dema sê rojan danûstandin li ser wan hemî mijaran kirine. Di hin xalan de her du alî hevnerîn bûn, lê li ser hin xalan jî ku jê re dibêjin xalên sor, heta niha danûstandin mane û her du aliyan nerînên xwe di nav reşnivîsê de nivîsîne, ji bo civînên şandên bilind ên siyasî yên PDK û YNKê hêlane.”

Peyamnêrê K24ê eşkere jî kir, “Biryar e heftiya bê şandên bilind ên siyasî yên PDK û YNKê bicivin, ji bo ku biryarê li ser wan mijaran bidin ên ku pêdivîtiya biryardanê li ser heye, herwesa ji bo vedîtina rêçare û mîkanîzmên guncayî ji bo çarekirina xalên din jî yên ku duberekî li ser heye.”

Newres Ebdila herwesa bal kêşa ser lihevnêzîkbûn û cidîbûn û leza her du aliyan, ji bo ku bi zûtirîn dem di dema xwe ya qanûnî de bikarin rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurditanê temam bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment