Trump xwe ji bo hevdîtina Putin amade dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump derengiya şevêdî (Pêncşem, 09.01.2025) ragehand ku, xwe ji bo hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin amade dike.
Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê got, “Ew hevdîtin ji bo bidawîanîna şerê Ukraynayê ye.”
Donald Trump berî civîna xwe ya bi parêzgerên Komariyan re li cihê akincîbûna xwe li Wîlayeta Filorîdayê got, “Serok Putin dixwaze em bicivin, ji bo bidawîanîna şerî. Em jî li ser wê yekê kar dikin.”
Di çarçoveya civîna salane ya pirsyar û bersivên tilevizyonî de li roja 19ê Berçileyê, Putin ragehand ku “Ji bo çavpêkeftina Trump amade ye, di her demekê de be.” Amaje jî da, “Eger em Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bibînin, gelek tişt hene ku em pê re behs bikin.”
Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li roja 05.11.2024ê hatin kirin, kandîdê Komariyan Donald Trump 312 xalên Komeleya Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi dest xistin, kandîda Demokratan Kamala Harris jî 226 xal bi dest xistin.
Kongirêsa Amerîkayê li roja Duşemê, 06.01.2025, serkeftina Donald Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de pejirand, wesa jî Trump bi awayekî fermî bû Serokê Amerîkayê yê 47ê û li roja 20ê vê mehê li Koçka Spî sonda destûrî dixwe û dest bi karê xwe dike.
Donald Trump di dema bangeşeya hilbijartinan de soz da ku, “di dema 24 seetan de” şerê Ukraynayê bidawî bîne û daxwaza “agirbesta yekser” û danûstandinan kir.