Sê partiyên siyasî li Perlemana Tirkiyeyê firaksiyoneke hevpar pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî danûstandin û şûwirmendiyeke dûr û dirêj, Partiya Paşerojê, Partiya Sedaetê û Partiya Devayê firaksiyoneke hevpar pêk anî, û biryar e li jêr navê “Rêya Nû” di bin sihwaneya yek partiyê ve bicivin.

Medyayên Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, nasnameya wan her sê partiyan di bin wê sihwaneyê ve tê parastin, yanî çi partiyek ji wan xwe hilnaweşîne.

Li dû medyayan, serokên wan her sê partiyan li cihên xwe dimînin, lê kesekî din dibe serokê giştî yê wê partiyê û bizav tê kirin ku, kesek be girêdayî çi yek ji wan her sê partiyan nebe.