Civîna Encûmena Wezîran a taybet bi pirsa mûçe dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser mijara mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, civîneke awarte lidar xist.
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, nûnerên Herêma Kurdistanê li hikûmeta federal û serokên fraksyonên Kurdistanî yên hemû aliyan, civîneke awarte ya Encûmena Wezîran dest pê kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand: “Yek ji mijarên civînê, mijara mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta federal dibe.”
Pêşewa Hewramanî got: “Daxwaza vekişîna Kurdan ji Bexdayê yek ji wan bijardeyên ku di civîna awarte ya Encûmena Wezîran de tê gotûbêjkirin.”